Dengbêji di dîroka Kurdan de xwedan cîhek girîng e. Şer, hilweşandin, êş, hezkirin, qehremanî û evîniyên ku di nav civaka Kurdan de rûdane, bi xêra dengbêjiyê ji dîrokê gihîştiye roja me. Li dijî polîtîqayên înkar û pişaftinê û çanda populer, dengbêjî yek ji hêmanên girîng ên berxwedanê ye.
Jiber ku d'iroka Kurdan ne nivîskî ye, dengbêjî kirîye ku ev dîrok bi xêra kilaman xwe zindî bihêle. Ev kevneşopiya wêjeya devkî, bi sedan salan e nifş bi nifş tê berdewam kirin.
Ew kesên ku nûçe, bûyer û hewalên qewimî bi şêwazeke lîrîk û meqam di nava gel de di civatan de bi kilaman dibêje, dengbêj in. Lê çanda dengbêjiyê ya ku weke pireke di nav dîrok û îro de, mixabin ber bi wundabûnê ve diçe.
Jibo ev çand wunda nebe, hezkirin û eleqeya ciwanan xalek girîng e. Kêm ciwan hene ku berê xwe û bala xwe didin dengbêjîyê, taybet jî jin. Lê Sarya Ertaş, erkek dîrokî û daye ser milê xwe û dil daye dengêjîyê. Dengbêja ciwan Sarya, li Akademîya Ma Muzîkê hem dersa muzikê dide zarokan hem jî xwe li ser kevneşopîya degbêjiyê dikemilîne.
Bi deng û şêweya xwe ji aliye gelek kesan ve tê şopandin û ecibandin. Malbata Sarya, mezinên wê ji vê çandê ne dûr in. Ji ber ku bav û kalê Ertaş dengbêj bûne ew, ew jî bi kilamên dengbêjiyê mezin bûye. Ew cara pêşî 9 salî bûye dema ku dengbêji yê naskiriye. Bi rêya van kilaman ji muzikê, ji gotinan kilaman hez dike û dema dibe 12 salî, li Konservatûr a Aram Tîgranê dest bi perwerdehîya muzikê dike. Ertaşa da zanîn ku di nav dengbêjê Kurd de, ew Ayşe Şan û Meryam Xan xwe re weke îdol dibîne.
Ez bi dengê bavê xwe mezin bûm
Sasrya neha 23 salî ye, lê dibêje ''Zarokatîya min bi kilaman derbas bû.'' Wê ji bavê xwe dengbêjiyê ferbûye.
''Dengbêjîya min ji malabatê tê, bavê min dengbêj bû. Dêngbêjîyê bavê min jî ji qalikê wî tê. Rihê dengbêjiyê di jiyana min de runişti bû. Piştî min wek ders dît edî di jiyana min de dengbêji temamen rûnişt.''
Digel ku ew dengbêjê jin weke îdol dibîne lê destnîşan dike ku taybetî di bandora bav û kali xwe de pir maye. ''Lê li mala me me pir goh dida Meryem Xan, Susika Simo û Eyşeşan...''
Bi kilamên dengbêjiyê ez xwe azad hîs dikim
Ertaş destnîşan kir jibo wê firq di navbera kilamên dengbêjîyê û stranan heye.
''Dema kilamên dengbêjiyê distrim xwe azad hîs dikim. Ji bo min dengbêjî kêfaka mezin e. Dema ez kevneşopîya xwe xwedî derdikevim û di vê rêyê de dimeşim her tişt ji min re xweştir tê.''
Dengbêja ciwan li malbatên Kurd pêşnîyaran jî dike jibo ev çand wunda nebe, hezkirina dengbêjiyê bikin dilê zarokên xwe. ''Malbata min her tim li pişta min bû û xwestin ku ez xabatê xwe yê dengbêjiyê berdewam bikim, ev jî kêfxweşîyek mezin dide min.’’
Gel min bi kêfxweşiyek mezin peşwazî dike
Ertaş diyar kir ku ji ber ku temenek ciwan da ye û kilamên dengbêjiyê dibêje ji alî gel ve bi coşaka mezin tê pêşwazî kirin. ''Dema ez derdikevim sahnê kilaman dibêjim, matmayî dimînin ji ber ku ez ciwanim û kilamên dengbêjiyê dibêjim, gelek ji wan şaş dimînin û kêfxweş dibin ku yeka di temenê min de kilamên bi sedan salan jibo wan distire.''
Dengbêja ciwan Sarya Ertaş da zanîn heta niha rastê nêrînek neyînî nehatiye. ''Bi rastî ez bi ew eleqeya gel ya bi kêfxweşî serbilind dibim. Banga min jî li ciwanan ewe, her ciwanê ku ji bû hêza xwe, jiyana xwe ya hunerî pêş bixe divê çanda dengbêjiyê berdewam bike.’’
Comments